26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Em spasiya Serok Barzanî û hikûmetê dikin li ser vekirina Deriyê Sêmalka”

Çavkanî: KDP.info
 
Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Kurdên Rojavayê kurdistanê û
 
partiyên siyasî spasiya Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma
 
Kurdistanê dikin bo vekirina Deriyê Sêmalka û daxwaz dikin ku
 
PYDê pêbendî rênmayîyan bibe, ji ber ku wek ew dibêjin xelkê
 
Rojava di rewşeke pir xerab de ne.
 
 
Endamê Serkirdatiya PDK-S Nûrî Birîmo ji malpera KDP.info reragihand:
 
ragihand: “Em gelekî spasiya Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma
 
Kurdistanê dikin ku biryar dan Deriyê Sêmalka vekirin ji ber ku
 
xelkê Rojavayê Kurdistanê ketibûn rewşeke pir xerab de û ji hemû
 
baştir biryar hatiye standin ku gumrik ji herdu aliyan neyê standin
 
û ev yek alîkarî ye bo Rojavayê kurdistanê bo kêmkirina nirxê
 
kelûpelan û em hêvîdar in PYDê pêbendî wê be û ligel Başûrê
 
Kurdistanê alîkariya xelkê bike.”
 
 
Birîmo wiha got: “PYDê tenê xwe feriz dike û naxwaze ti aliyekî
 
Rojavayê Kurdistanê kar bike, ji ber ku ne bikêfa xwe ye û di bin
 
pilana Hikûmeta Sûriye û Îranê de ye û pilanên wan bicîh dike, ji
 
ber ku eger bi rastî ew xwe wek hêzeke Kurdistanî dibînin pêwîst e
 
pêwendiya wan ligel Herêma Kurdistanê baş ba, ji ber ku bê
 
Herêma Kurdistanê ew nikarin tiştekî bikin û pirsgirêka kurdî li
 
Sûriyê çareser bikin.”

Nûçeyên têkildar