Kamyonên Başûr li hêviya PYDê ne ku deriyê Sêmalka veke

Hewlêr-KDP.info- Ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hemû amadekarî
bo vekirina deriyê Sêmalka bidawî hatine û çendîn otomobîlên
kamyon li hêviya aliyê Rojavayê Kurdistanê ne ku PYDê sînor veke.
Serperiştyarê Sînorê Pêşabûr Şewket Berbiharî ji malpera
KDP.infore ragihand: “Ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hemû amadekarî bo
vekirina deriyê Sêmalka bidawî hatine û niha çendîn kamyon
rawestane da ku derbas bibin, lê ji aliyê Rojavayê Kurdistanê çend
pirsgirêkên piçûk mane ku ew jî temam bibin dê sînor vebe,
lewma piştî kêlîkeke din dê sînor vebe û ew kamyonên ku gihîştine
sînor dê derbas bibin.”
Berbiharî wiha got: “Vekirina wî sînorî xwedî giringiyeke mezin e
bo xelkê Rojavayê Kurdistanê ji ber ku xelk di rewşeke pir xerab de
ne û çûna wan kelûpelan bi bê gumrik di berjewendiya xelkê de
ye.”
Li gorî zanyariyên KDP.info mercê sereke yê Hikûmeta Herêma
Kurdistanê bo vekirina deriyê Sêmalka wernegirtina pereyan ji
kesê ku diçin û tên û wernegirtina bac û gumrikê ye ji ser
kelûpelên ku diçin Rojavayê Kurdistanê, ku PYDê berê werdigirt û
ew pere ne ji bo berjewendiya xelkê Rojavayê Kurdistanê bikar
dihat.




