Patriyakê Antakya û Suryaniyan hêviya xêr û xweşî û aştiyê ji bo gelê Kurdistanê xwest

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Patriyakê Antakya û Suryaniyên
Rojhilata Navîn û hemû cîhanê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan
Daxwaz jî ji Serok Barzanî kir navçeyên Mesîhiyên li bin destê terorîstan de
bêne azad kirin û hêviya xêr û xweşî û aştiyê ji bo gelê Kurdistanê xwest.
Roja sêşem 07.06.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma
Kurdistanê pêşwaziya Patriyakê Pîroz Mar Agnatîos Eframî Duyem Kerîm
Patriyakê Antakya û Suryaniyên Rojhilata Navîn û hemû cîhanê û şandekî li
gel kir.
Li hevdîtinê de Patriyakê Antakya û Suryaniyên Rojhilata Navîn û hemû
cîhanê spasî hewlên Serok Barzanî yên ji bo parastina Mesîhiyan kir û
pêzanînên xwe ji bo daxuyaniya Serok Barzanî ya wê yekê hebû ku nabê
Mesîhî welatê xwe bi cîh bihêlin.
Her wiha li gotarek da tekez li ser aştî û pêkvejiyana pêkhatên li navçe û
Kurdistanê kir û ragihand ku xwazyarê paşarojeke geş û mîsogerbûna maf û
bexteweriya Mesîhiyanin û bi tu awayekî jî teşwîq hana koç û bi cîh hiştina
welat nadin. Daxwaz jî ji Serok Barzanî kir navçeyên Mesîhiyên li bin destê
terorîstan de bêne azad kirin û hêviya xêr û xweşî û aştiyê ji bo gelê
Kurdistanê xwest.
Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û li gotarek da
behsa destpêka derketina terorîstên DAIŞê û gefa terorê li ser asayîşa
navçeyê û hemû mirovayetiyê kir û ragihand terorîstan ne tenê dijî yek
pêkhatene belku dijî hemû ol û bihayekî mirovîne. Eve jî xisterû ku Kurd û
Mesîhî û hemû pêkhatên Kurdistanê çarenûsekî hevbeş heye û divê pêkve
bimînin û kes bîra bi cîh hiştina warê bab û bapîrên xwe neke.
Serok Barzanî tekez jî li azadkirina hemû navçeyan û ji navbirina terorîstan û
azadkirina Musilê kir û balkişand li ser wê yekê ku pêwîste berî azadkirina
Musil maf û erkê hemû aliyek bê diyar kirin û ji bo qonaxa piştî DAIŞê
rêkkeftin li ser rênimayiyeke wiha bê kirin ku jiyan û ola hemû pêkhatên
parêzgeha Nînowa bê mîsoger kirin.
Her li vê hevdîtinê de şanda mîhvan spasî xelk û Hikûmeta Herêma
Kurdistanê kir ku yarmetiya koçber û Mesîhiyan daye û kar ji bo kûrtirkirina
pêkvejiyanê kirine.




