26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Encumena Parêzgeha Mûsilê biryara derxistina PKKê ji Şingalê da

Çavkanî: KDP.info
 
Şingal-KDP.info- Endamekî Encumena Parêzgeha Mûsilê ragihand ku
 
Encumena wan biryara derxistina PKKê ji Şingalê pesend kir, ji ber ku hêzekî
 
neşeriî ne rêxistinên navdewletî jî behsa wê yekê dikin ku heta PKKê li
 
Şingalê be ew Şingalê ava nakin.
 
 
Xezwan Hamid ji malpera KDP.info re ragihand: “Encumena parêzgeha
 
Mûsilê di civîna xwe ya dawî de biryar da ku PKK ji Şingalê bê derxistin û
 
hikûmeta Iraqê berpirsyaretiya wê yekê li xwe bigire, ji ber ku ew ne hêzeke
 
şeriî ne û siyadeya Iraqê binpê dikin.”
 
 
Hamid wiha got: “Jibilî ku rêxistinên navdewletî jî dibêjin heta PKKê li
 
Şingalê be em dest bi amakirina wê nakin, PKKê navendên hikûmî li wî
 
bajêrî dagîr kiriye û bûne rêgir li pêşiya avakirina wê. Hêj ti dem bo
 
derxistina wan nehatiye diyarkirin lê ji bow ê yekê pêwîst e hikûmeta Iraqê
 
berpirsyaretiya xwe helgire.”

Nûçeyên têkildar