PKK bi eşkere dibêje em ser bi Bexdayê ne

Hewlêr-KDP.info- Qayîmeqamê Navçeya Şingalê Mehma Xelîl careke din
tekez kir ku çekdarên PKKê pirsgirêkan ji welatiyan û îdareya Şingalê
derdixin û ji aliyê Bexdayê ve fermanan wedigirin ku ji navçeyê venekişin.
Mehma Xelîl Qayîmeqamê Navçeya Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand:
“Çekdarên PKKê pirsgirêkan ji welatiyên Şingalê re derdixin û bilege di destê
me de hene li ser rêgirîkirinê li xelkê û PKKê bi eşker dibêjin em ser bi
Bexdayê ne û fermanê ji Bexdayê werdigrin û pêwendiya me bihêz e û
çendîn car jî ev yek tekez kirin.”
Mehma Xelîl wiha got: “Encumena Parêzgeha Neynewa biryar daye ku divê
PKKê ji Şingalê derkeve lê ew çekdar razî nabin û îtîrafê bi îdare û xelkê
bajêr nakin, ji ber wê yekê jî dibêjin PKK bi pilana Iraq û Sûriyê li navçeyê
ye.”




