26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Em pêşwaziyê li şanda hevbeş a YNK û Goran nakin

Çavkanî: KDP.info
 
Şingal-KDP.info- Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew ne
 
amade ne pêşwaziyê li şandeke hevbeş ji YNK û Goranê bikin bo
 
gotûbêjkirin û derbasbûna ji kirîza siyasî, lê PDKê amade ye cuda pêşwaziyê
 
li wan bike.
 
 
Îro Sêşemê Nêçîrvan Barzanî serdana Silêmaniyê kir û çû navenda
 
Encumena Serkirdatiya PDKê li wî bajêrî.
 
 
Piştî civîna xwe ligel berpirsên partiya xwe li Silêmaniyê û derdora wê, di
 
daxuyaniyeke rojnamevanî de Nêçîrvan Barzanî mebesta serdana xwe
 
eşkere kir û ragihand ku bo pîrozbahîkirina li Şêx Edhem Barzanî bi boneya
 
wergirtina posta wî ya nû û destbikarbûna wî wek Serokê Encumena PDKê li
 
Silêmaniyê, wî serdna Silêmaniyê kir.
 
 
Piştî îmzekirina rêkeftina di navbera xwe de, biryar e Goran û YNK bi
 
ûandeke hevbeş serdana partiyên siyasî bikin bo çalakirina parlemento û
 
hikûmetê û rêkeftin li ser pirsên destûr û serastkirina yasaya serokatiya
 
Herêma Kurdistanê.
 
 
Derbarê wê yekê de ku ew amade ne pêşwaziyê li şandeke hevbeş ji YNK û
 
Goran bikin, Nêçîrvan Barzanî got: “Em ne amade ne pêşwaziyê li şandeke
 
hevbeş ji YNK û Goranê bikin bo gotûbêjkirin û derbasbûna ji kirîza siyasî, lê
 
PDKê amade ye cuda pêşwaziyê li wan bike.”

Nûçeyên têkildar