Ji ber PKKê jiyana welatiyên navçeyên sînorî di metirsiyê de ye

Sîdekan-KDP.info- Bombebarana şevê din a balafirên Tirkiyê li ser devera
Sîdekanê ti ziyanên canî li pey xwe neanî, lê wek Rêveberê Nahiyeya
Sîdekanê dibêje ji ber wê bombebaranê gelek ziyanên madî gihîştin navçeyê
û metirsî li ser xelkê navçeyê dirust kiriye.
Karwan Kerîmxan Rêveberê Nahiyeya Sîdekanê ji malpera KDP.info re
ragihand: “Şevê din 2 balafirên Tirkiyê devera Sîdekanê bombebaran kirin û
ziyan tenê madî bûn, lê hebûna PKKê li wê deverê û bombebarana balafiran
tirseke mezin xistiye dilê welatiyan û eger bombebaran berdewam bike û
eger ew bombebaran berdewam bike dê xelkê ku li wan gundên sînorî
mane, ew jî koçber bibin.”
Kerîmxan wiha got: “Gelek cotkar û xwediyê pez û mihan li wê navçeyê
hene û berdewam daxwaza ew e ku PKK navendên xwe ji wan dûr bike û li
gundên wan nemînin, lê ew guh nadin kesî û roj bi roj xwe nêzîktir dikin û
vê yekê tirseke mezin li cem xelkê çêkiriye.”




