PDK û YNK referandumê û çalakirina parlemento gotûbêj dikin

Hewlêr-KDP.info- Endamê Polîtburoya PDKê Kakemîn Necar eşker kir ku
referandum û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û çalakirina Parlementoya
Kurdistanê mijarên civîna vê carê ya PDK û YNKê ne.
Kakemîn Necar ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêj roja civîna PDK û YNKê
nehatiye diyarkirin û dema bicivin dê referandum û pêwendiyên Hewlêr û
Bexdayê û çalakirina Parlementoya Kurdistanê mijarên civînê bin.”
Necar derbarê rêkeftina siyasî di navbera herdu aliyan de wiha got: “Meric
nîne ku div ê civînê de behsa rêkeftina stratejîk bê kirin ku di rastî de ew
rêkeftin lawaz bûye lê ew rêkeftin her maye ji ber ku Serok Barzanî û Mam
Celal îmze kirine, lê YNKê ew rêkeftin liber çav negirt û çû rêkeftin ligel
Goran kir.”




