26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bi Serokatiya Serok Barzanî û Talebanî PDK û YNK civiyan

Çavkanî: KDP.info

Duhî roja duşemiyê 26.11.2012ê li bajarê Hewlêrê bi Serokatiya birêz Mesûd Barzanî û Celal Talebanî her du mekteb siyasiyên partiya demokrata Kurdistanê û yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê civiyan.

 

Mêjara sereke ya vê civîna han nirxandina pêşhat û bûyerên dawî yên di qada siyasî ya li Îraq û Kurdistanê de bû û her du mekteb siyasî behsa civîna Serokê Kurdistanê ya bi part û aliyên siyasî yên Kurdistanê re bi civîneke serkeftî û girîng wesif kirin û tekez li ser yek rêzî û yekhelwestiya aliyên siyasî yên Kurdî kir.

 

Di berdewamiya vê civîna han de behsa pêngavên pêwîst yên ji bo çareser kirina aloziyên heyî yên ku, jiber hêzên Dîcleyê çê bûne hate kirin

Nûçeyên têkildar