Mercên Bexdayê hêncet in..Şandeke Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Bexda-KDP.info- Endamekî Komîteya Darayî ya Encumena Nûnerên Iraqê dibêje danîna mercan ji Herêma Kurdistanê re bo şandina para Hewlêrê ji deynên navdewletî, hêncet e. Herwiha da zanîn ku nêzîk dê şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike.
Biryar e 20 milyar dolar wek deynên navdewletî ji Iraqê re bên şandin, lê Bexda bo şandina para Kurdistanê mercan dide pêşiya Hewlêrê ku dibêje pêwîst e rojane 550 hezar bermîl petrol bide Bexdayê.
Hakim Serhan Silêvaneyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Rast e pirsgirêka mûçeyan di navbera Hewlêrê û Bexdayê de heye, lê dana deynên navdewletî bi Iraqê pêwendiya wê bi wê pirsgirêkê ve tune ye, ji ber ku hêj Herêma Kurdistanê beşek e ji Iraqê û ew deyin jî bo hemû Iraqê ye ne ji bo parêzgehekê bi tenê ye, lewma danîna mercan tenê hêncet in ku para Kurdistanê nedin.”
Silêvaneyî wiha domand: “Wek çawa Bexda yasaya budceya giştî ya Iraqê binpê dike û para Kurdistanê ji budceyê naşîne, ez bawer dikim para wê ji deynên navdewletî jî naşîne. Biryar e di rojên bê de şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û pirsgirêkan ligel wan gotûbêj bikin lê hêj dema wê serdanê nehatiye diyarkirin.”




