Kandîdên serokatiya Amerîka: Emê zêdetir giringiyê bi Pêşmerge û kurdan bidin

Hewlêr-KDP.info- Çavdêrekî siyasî dibêje nêrîna kandîdên niha bo serokatiya Amerîka cuda ye ligel nêrînên Obama, ku nêrîna wan li ser Pêşmerge û kurdan pir baştir e û ew ligel wê yekê ne ku çek û teqemenî bi awayekî rasterast ji Hêzên Pêşmerge re bên şandin, lewma her kîjan ji wan bi serkeve dê zêdetir giringiyê bi kurdan bide.
Çavdêrê siyasî û mamosteyê Zanîngeha Dr. Salih Mela Umer ji malpera KDP.info re ragihand: “Herdu kandîdên serokatiya Amerîka Trump û Kilînton nêrîneke wan ya baş li ser Hêzên Pêşmerge heye bi taybetî Trump ku di kampaniyayên xwe de dibêje pêwîst e em bi awayekî rasterast çekan ji Pêşmerge re bişînin û dibêje Pêşmerge hevpeymaniyê me ne û şerê DAIŞê dikin û eger em bi riya şîeyan alîkariya wan bikin ev siyaset şaş e û behsa wê yekê jî kiriye ku eger bibe serokmar dê piştevaniya kurdan bike û rasterast çek û teqemeniyan bidin kurdan.”
Mela Umer wiha got: “Hêlarî Kilînton jî bi awayekî erênî behsa Pêşmerge kiriye û dixwaze zêdetir rûbirûyê DAIŞê bibe, lewma her kîjan ji herdu kandîdan bibe serokmar dê zêdetir giringiyê bi kurdan bide, ji ber ku di wariya wan de pêwîst e bi awayekî tundtir rûbirûyê DAIŞê bibin û heta radeyekê jî siyaseta wan cuda ye ligel serokmarê niha.”




