26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Divê girîngî bi jinên Kurdên Sûriyê were dayîn

Çavkanî: KDP.info

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî roja duşemiyê 26.11.2012ê li bajarê Hewlêrê, konfransa berhingarbûna şideta li dijî jinan li jêr navê (Ji aşitiya malê bo aşitiya civakî) dets bi kar û çalakiyên xwe kir. Barzanî di axaftina xwe de behsa jinên Kurdên Sûriyê kir ku ji Sûriyê reviyane başûrê Kurdistanê got ku pêwîste girîngî bi wan were dayîn û li dengê wan were gihdarîkirin.

 

Di konfransaê de ku, nûnerê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê, sefîrê Swêdê yê Îraqê, hijmareke wezîrên hikûmeta Kurdistanê, parlamenter, çalakvanên warê parastina mafên jinan, konsul û nûnerên welatên biyanî yên li herêma Kurdistanê û hijmareke rewşenbîran amade bûn.

Di konfransa berhingarbûna şideta li dijî jinan ku, ji aliyê konseya bala a xanimên Kurdistanê ve hatibû amadekirin, serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkeşî beşdarên konfransê kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyva xwe de daxwaz kir ku, ew çakakiyên di 25ê vê mehêde, roja cîhanî a berhingarbûna şideta li dijî jinan, destpêkirine berdewam bin û got ku, ew vê yekê dikin ne jibo xwederxistinye li hember mediyayê:

- Lê ew ji baweriya me tê ku, bizava azadêxwaza Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê baweriyeke timam bi mafên jinan heye. Em digel hemû azadîxwazên cîhanê dizanîn ku, bikaranîna şidetê li dijî jinan gefên cidî ne bo ser demokrasiyê. Tu sîstemek nikare demokrasî be eger derfetên yeksanî, jiyan û karkirinê bu herdu regezên nêr û mê weke hev pêkneîne.

-  Ez bawer dikim ku, hûn jî bi min re hemfikirin ku, şidet netîceyê nebûna yeksanî û edaletê ye. Em dê li hikûmeta herêma Kurdistanê bi cidî kar bikin ku, hikûmet weke advokatek çavdêriya parastina mafên jinan bike.

Barzanî di axaftina xwe de behsa jinên Kurdên Sûriyê kir ku ji Sûriyê reviyane başûrê Kurdistanê got ku pêwîste girîngî bi wan were dayîn û li dengê wan were gihdarîkirin.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di berdewamiya axavtina xwe de daxwaz kir ku, kampaniyaya berhigarbûna şideta li dijî jinan bi tenê 16 roj nebin, “lê bi dirêjahiya salê weke wezîfeya xwe bizanin û berdewam bin. Pêwîste saziyên peywendîdar yên hikûmeta herêma Kurdistanê hemû bend û yasayên girêdayî parastina jinan û mafên wan li Kurdistanê cîbicî bikin.”

Her di konfransê de nûnerên Neteweyên Yekgirtî lid or kar û çalakiyên rêxistinên ser bi NY ve yên di ware parstina mafên jinan de kir û got ku, sazkirin vê konfransê diyar dike ku, hikûmeta herêma Kurdistanê giringiyê bi mafên jinan dide.

 

Piştî beşdarî kirin di merasima destpê kirina konferansa dijî tundûtîjiya dijî jinan, Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî di presskonferansekî de balkkêşande ser çandîn meseleyên girîng.

Di bersifa pirsekî a di derbarê hewldanên Serokê Parlementoya Îraqê yên ji bo aram kirina rewşa navbera Hewlêr û Bexdayê de, Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê eşkere kir ku, ev hewldanên han bo sepandina aştî û aramîne lewre em rêz ji wan hewldanan digirin û em hertim daxwaza vê yekê dikin ku, giftûgo û danûstandin bibe kilîla sereke bo çareser kirina kêşeyan û hêvî dikim hewldanên Nocifî jî bigehêjin encamekî.

Di bersifa pirseke din ya di derbarê wegeriyana hêzên Amerîkayê bo Deverên weqetandî yên Kurdistanê de jî Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê eşkere kir ku, di dema hebûna hêzên Amerîkayê li Deverê de peymaneke sê alî bo parastina ewlekariya wan Deveran bi awayekî hevbeş ji aliyê hêzên hevbeş ve hatibû îmzekirin û niha jî em dixwazin ev mekanîzma sê alî careke din were bikaranîn û ewlekariya wan Deveran ji aliyê hêzên hevbeş yên her sê aliyan ve were parastin.

Di bersifa pirseke din ya di derbarê encam nedana hewldanên aştî de jî Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, em xwedan hêviyeke gelek bihêzin ku, aştî zal dibe û pêngavên aştiyane jî biser dikevin lê eger hat û ev pêngav û hewldanên han negehêjin armancên xwe vê demê emê rêyeke din hilbijirên û eger biryar be jî ku Artêşa Îraqê bibe mercea birêvebirina welat vê demê Îraq ti xêr û xweşî ji xwe nabîne

Nûçeyên têkildar