26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li Serokwezîrê berê yê Fransayê kir

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li
 
bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Franswa Falun serokwezîrê berê û endamê nuha
 
yê parlamnetoyê yê Fransayê û şandeya pê re kir.
 
Falun kêfxweşiya xwe li hember serdana bo Herêma Kurdistanê nîşan da û
 
behsa pirograma serdanan xwe û serdana kampên koçber û penaberan û
 
bereyê cenga dijî terorê kir, mêrxasiya pêşmerge li rûbirûbûna terorê bilind
 
nirxand û pîrozbahî û destxweşî li serketinên pêşmerge, bi taybetî
 
serketinên van rojên dawiyê,  kir.
 
Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe li hember serdana serokwezîrê berê yê
 
Fransayê û şandeya pê re bo Herêma Kurdistanê nîşan da û sipasiya
 
piştgiriya berdewam ya Fransayê bo Herêma Kurdistanê kir û tekîd kir ku,
 
pêşmerge li ser serketinên xwe yên bi ser terorîstan de berdewam e.  Di
 
warê alîkarîkirina koçber û penaberan de, serokwezîr tekîd kir ku, pêwîst e
 
civaka navdewletî zêdetir hevkariya Herêma Kurdistanê bike.
 
Behsa têkeliyên navbera Herêma Kurdistan, Iraq û welatên cîran hat kirin û
 
divê çarçoveyê de, serokwezîr tekîd li ser wê yekê kir ku, Herêma
 
Kurdistanê dixwaze faktora îstîqrarê be li deverê û baştirîn têkelî digel Îraq
 
û welatên cîran hebe û pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi
 
rêya diyalog û danûstanidnan çareser bike.
 
Rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê û pêwîstiya hevkarîkirina
 
wan ji aliyê civaka navdewletî û hikûmeta Iraqê ve, rewşa êkonomiya
 
Herêma Kurdistanê, bandora kirîza êkonomî û cenga dijî terorê li ser
 
Kurdistanê, ew bargiraniya ji sedema hatina hijmareke gelek mezin ya
 
koçber û penaberên destê  terorê ketiye ser milên hikûmeta herêma
 
Kurdistanê, rewşa kirîstiyanan li Iraqê û hatina wan bo Herêma Kurdistanê û
 
pêşhatên rewşa Suryeyê di civînê de hatin gotûbêj kirin.

Nûçeyên têkildar