Serokatiya PDKê: Ti têkiliyeke Muhemed Salih bi me re tune ye

Hewlêr-KDP.info- Nivîsgeha Serokê PDKê dibêje ti têkiliyeke Muhemed
Salih bi wan re nîne.
Piştî belav bûna hevpeyvîneke Muhemed Salih ya li gel Rojavanews û çend
malperên din, yaku paşnavê Şêwirmendê Serok Barzanî bikar aniye û çend
ramanên curbicur yên derbarê rewşa siyasî ya deverê û têkiliyên navbera
partiyên Kurdistanî û aliyên Kurdistanî ligel welatên deverê de diyar kiriye,
îro nivîsgeha ragehandin ya Serokê PDKê di daxuyaniyekî de balav kir ku
Muhemed Salih Come ti sifeteke vî ya fermî li nêz Serok Barzanî tuneye û
daxuyaniyên vî jî bi ti awayî ne amajene bo siyaset û ramanên Serok Barzanî
û PDKê û ev tiştên ku nav hatî di hevpeyvîna han de gotine tevahiya wan
ramanên takekesîn e.




