26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Li welatekî xelk li ser nasnameyê bên kuştin, ti wateyek ji yekgirtna wê re tune

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê
 
Mesrûr Barzanî di pêşwaziya Serokwezîrê berê yê Frasnayê de ragihand
 
dema di welatekî de welatî li ser nav û nasnameyê bên kuştin, wê demê ti
 
wateyek ji yekgirtina wî welatî re namîne.
 
 
Îro Yekşemê 05.06.2016 Şêwirmendê Encumena Ewlekariya Herêma
 
Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê berê yê Fransayê
 
Francisco Fallon û şandeke pê re kir ku ji hijmarek Sînator, Parlementer û
 
Rojnamegeran pêk hatibû.
 
 
Di civînê de bi awayekî giştî giftûgo li ser şerê dijî terorîstên DAIŞê û
 
çareserkirina kêşeyên deverê hate kirin.
 
 
Di berdewamiya civîna han de ku Balyozê Franseyê yê li Hewlêrê jî tê de
 
beşdar bû, Fallon behsa serdana xwe û şanda pêre bo eniyên şer kir û diyar
 
kir ku mebest ji vê serdana han agehdar bûn ji rewşa eniyên şer e û tekez li
 
ser vê yekê kir ku vê Franse zêdetir hevkariya Kurdistanê bike.
 
 
Di beşeke din ya civîna han de Mesrûr Barzanî jî behsa rewşa meydanî ya
 
eniyên şerê dijî terorîstan û çawetiya çareser kirina kêşeyên heyî li deverê
 
de kir û got: “Dema li welatekî de welatî li ser nav û nasnameya xwe werin
 
kuştin vê demê bi yekgirtî mayîna vê welatî ti wateyeke xwe tune ye.”
 
 
Mesrûr Barzanî herwiha behsa prosesa refrandomê jî kir û anî ziman ku
 
mebest ji organîzekirina refrandomê ewe ku xelk bo xwe biryar li ser
 
çarenivîsa xwe bide.
 
 
Şanda mêwan herwiha spasiya hikûmeta Kurdistanê jî kir ku hembêza xwe
 
bo hêjmareke gelek zêde ji penaberan re ve kiriye û tekez li ser vê yekê kir
 
ku ew weke Ewrûpî di warê dîrokî de li hember gelê Kurd û Kurdistanê xwe
 
bi tawanbar dihesbînin û hêvî dikin ku di pêşerojeke nêz de em bikaribin
 
qerebûya şaştiyên dîrokî bikin

Nûçeyên têkildar