Goreke komî ya kurdan hat dîtin..Hikûmet kar bo vekirina wê dike

Kerkûk-KDP.info- Li taxeke erebî li bajarê Kerkûkê goreke komî hat dîtin ku dîroka wê vedigere bo serdema rêjîma Beisê û nûnereke Encumena Parêzgeha Kerkûkê dibêje termên di wê gorê de yên kurdan e û nêzîk Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê kar bo vekirina wê bike.
Ciwan Hesen Endama Encumena Parêzgeha Kerkûkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Beriya 3 rojan li taxa Erube ya navenda bajarê Kerkûkê goreke komî hat dîtin û tê pêşbînîkirin ku hejmarek welatiyên kurd tê de bin û di serdema rêjîma Beisê de hatibin şehîdkirin ji ber ku ew gor vedigere bo wê serdemê. Lê em nizanin çend term tê de ne.”
Hesen wiha got: “Wezareta Şehîd û Enfalkiriya ya Herêma Kurdistanê razî bûye li ser vekirina wê gore û me jî kîtabek ji dadgehê re şandiye da ku fermana vekirina wê bide û wê demê dê tîmên taybet kar li ser bikin.”




