Xazir.. Li 2 gundan 2500 bombe hene.. 5 Kakeyî şehîd bûn

Hewlêr-KDP.info- Di encama teqîna bomb û mînên DAIŞê de, 5 welatiyên Kakaeyî li nêzîkî Mûsilê jiyana xwe ji dest dan.
Hêzên Pêşmerge bi operasyona Xazirê, ku hefteya borî bi fermandehiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hat kirin, karîn derdora 10 gundên kurdên Kakeyî û Şebek rizgar bikin. Lê çekdarên DAIŞê ew gund û dever tijî bomb û mîn kirine.
Fermandeyê pêşmergeyên Kakeyî yên xwebexş, Hebîb Kakeyî ji malpera KDP.info re ragihand, çekdarên DAIŞê li wan gundên ku ji aliyê Pêşmerge ve hatine rizgarkirin, bi hezaran bomb û mîn danîne û da zanîn, tenê li gundên Tolebend û Koleborê, 2500 bomb hatine danîn.
Hebîb Kakeyî diyar kir ku piştî operasyonê, komek welatiyên Kakeyî vegeriyan gundê xwe lê hinek ji wan di encama teqîna bomb û mînan de jiyana xwe ji dest dan hinek jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên wî fermandeyê Pêşmerge, heta niha 5 welatiyên Kakeyî ji ber teqîna bombên DAIŞê jiyana xwe ji dest dane û 4 jî birîndar bûne.
Hebîb Kakeyî anî ziman ku heta bomb û mînên ku DAIŞê li dû xwe hîştine, neyên pûçkirin ti kes nikare vegere ser warê xwe.




