Li Azerbêcanê referanduma Kurdistanê hat gotûbêjkirin

Azirbêcan-KDP.info- Di civîna serkirdatiya Ciwanên Siyasî yên Cîhanê û serokên ciwanên Asya de ku lawên zêdetirî 35 welatên cîhanê li bakurê Azirbêcanê beşdar bûn û behsa referandumê û paşeroja Başûrê Kurdistanê kirin.
Cîgirê Serokê Ciwanên Siyasî yên Cîhanê Felah Hesen, ku ji Başûrê Kurdistanê ye di gotarekê de di civînê de amaje bi dawîhatina rêkeftina Saykis Pîko kir û got: “Ew rêkeftin bûye sedema perçekirina welatê kurdan û bi zorê bi ser Iraq Sûriye Îran û Tirkiye ve bûye. Li Iraqê çawa dê welat biserkeve eger bi zorê hatibe bihevekirin.”
Wî xortê kurd ji xortên Asya û cîhanê re got ku niha Iraq nemaye û bûye çar welat, kurd, sune, şîe û DAIŞ.
Li pêşiya ala Kurdistanê jî ku di civînê de hatibû danîn, Felah Hesen wiha got: “Mînaka herî serkeftî ya pêkvejiyanê û avakirinê û şerê li dijî terorê li Herêma Kurdistanê tê dîtin, lewma piştî wê hemû xwîndan û qurbaniyan mafê gelê kurd e ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bide bi mane yan cudabûnê ji Iraqê, lewma emê referandumê bikin û êdî xwe nakin qurbanî.”




