26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî di merasîma salvegera serxwebûna Amerîka de beşdar bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî beşdariya rêwresma salvegera mohrkirina carnameya serbixweyiya Amerîka kir.

Roja pênçşem 02.06.2016 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê beşdariya rêwresma salvegera du sed û çil(240) saliya mohrkirina carnameya serbixweyiya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîkayê kir.

Li vê rêwresmê de ku ji aliyê Konsolxaneya Amerîka li Hewlêr li Hotêla Rotana ya bajarê Hewlêrê hatibû sazkirin hejmarekî zêdeyê berpirsên siyasî û emnî û îdariyên Herêma Kurdistanê û her wiha nûnerên welatên biyanî û ragihandinan û rêxistinên civaka medenî amade bûn.

Di destpêka rêwresmê de ku Matthias Mitman Konsolê Amerîka li Hewlêr gotara bi xêrhatinê pêşkêş kir û spasî Serok Barzanî kir ku li vê rêwresmê de amade bûye. Paşê Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraqê li gotarek de behsa dîroka Amerîka û serbixweyî ya wî welatî û qonax û sedemên pêşketina Amerîkayê kir û balkişand li ser hevbeşî û hevpeymaniya welatê xwe û Herêma Kurdistanê û pêzanînên xwe jî ji bo rol û qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê dijî terorîstan de hebû.

Her li vê rêwresmê de gotara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Felah Mistefa Serokê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate xwendin.
 

Nûçeyên têkildar