26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xristiyan: Em piştgiriya referanduma kurdistanê dikin

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Nûnerê Xristiyanan di Parlementoya Iraqê de Yunadim Yûsif Kenna dibêje ew piştgiriya Kurdistanê dikin bo lidarxistina referandumê û eger referandum jî bê kirin dê % 95 ji xelkê dengê xwe bidênê.

Yunadim Yûsif Kenna Nûnerê Xristiyanan di Parlementoya Iraqê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Mafe hemû gelan heye ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û referandumê lidar bixin û eger referandum were kirin dê % 95 ji xelkê bi Belê dengê xwe bidênê, lê rewş çiqasî guncaw e ku niha em dest ji Iraqê berdin, ew yek pêwîst e helwest li ser bê dan.”

Nûnerê Xristiyanan di Parlementoya Iraqê de ragihand: “Biryardan li ser çarenivîsê mafekî rewşa yê gelê Kurdistanê û em piştgiriya wê dikin.”
 

Nûçeyên têkildar