26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Kurd li Sûriyê ne bi tenê ne..Em her piştevanê wan in

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtinekê de ligel sekreter û endamên Polîtburoya
 
Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S), Serokê Herêma Kurdistanê
 
Mesûd Barzanî pesnê gelê kurd li Sûriyê da û ragihand ku Kurd li wir ne bi
 
tenê ne û Başûrê Kurdistanê bi hemû hêza xwe piştevaniya mafê wan ê
 
rewa li Sûriyê dike.
 
Îro Pêncşemê 2.6.2016 li Pîrmam Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî
 
pêşwazî li Sekreterê PDK-Sê Siûd Mela û endamên Polîtburoya wê partiyê
 
kir.
 
Di wê hevdîtinê de Siûd Mela spasiya xemxurî û piştgiriya Serok Barzanî bo
 
doza kurd li Sûriyê û alîkariya wî û Herêma Kurdistanê bo gelê kurd li Sûriyê
 
û ragihand ku partiya wî piştrast e ji piştevaniya Serok Barzanî û da zanîn ku
 
ewê bi wê piştevaniyê berdewam bin li ser xebata xwe heta ku bigihên
 
armancên xwe yên netewî, ji ber ku ew ji dibistana Barzaniyê Nemir fêrî
 
qurbanîdan û berxwedan û mêrxasiyê bûne û kurd li Sûriyê bi hêvî
 
tehemûla wê dijwariyê dikin.
 
Her di vê hevdîtinê de şanda mêvan rewşa meydanî û siyasî ya Sûriyê û
 
pêwendiya aliyên kurd ligel opozisyonê bo Serok Barzanî şirove kirin û
 
daxwaz kirin ku Serok Barzanî şêwir û amojgariyên pêwîst bide wan.
 
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî pesnê xoragiriya gelê kurd li Sûriyê da û
 
ragihand ku Kurd li wir ne bi tenê ne û Başûrê Kurdistanê bi hemû hêza xwe
 
piştevaniya mafê wan ê rewa li Sûriyê dike. Herwiha da zanîn ku Partiya
 
Demokrat a Kurdistana Sûriyê alîkariya Şoreşa Gulanê daye û ev yek qet
 
nayê jibîrkirin.
 
Di vê civînê de nêrîn derbarê paşeroja Sûriyê û doza rewşa ya gelê kurd
 
hatin pevguhertin û Serok Barzanî şêwir û amojgariyên pêwîst bo pêşhatan
 
da wan.

Nûçeyên têkildar