Nêçîrvan Barzanî: Mamosteyan nehiştin piroseya xwendinê bisekine

Hewlêr-KDP.info-Ligel pêzanîneke zêde bo xoragiriya mamosteyan di berdewamiya piroseya xwendinê de li Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ragihand ku li cem Kurdistanê ji aliyê stratîjî Bexda girîng e û ewê berdewam bin li ser hewla çareserkirina pirsgirêkên xwe ligel wê hikûmetê.
Îro Nêçîrvan Barzanî serdana holên ezmûnên xwendekaran kir û li wir kongireyeke rojnamevanî lidar xist.
Di destpêka kongireyê de Wezîrê Perwerdeyê Dr. Piştîwan Sadiq ragihand ku 117531 xwendekar di 20146 holan de ezmûnan dikin û 29106 mamoste jî çavdêriya wan dikin.
Ji aliyê xwe ve Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got ku bo xwendevanan rojeke dîrokî û girîng e û pîrozbahî li wan kir û ragihand: Her welatek bixwaze drust bibe û pêşbikeve pêwîst e ji aliyê zanistî ve xwe pêş bixe. Lewma ez spasiya malbatên xwendevanan dikim ku ligel zarokên xwe westiya ne. Hêvîdar im zarokên wan welatê xwe pêş bixin û ava bikin.
Nêçîrvan Barzanî wiha got: Bi vê boneyê ez spasiya mamosteyan bikim ku di vê kirîza darayî de xweragir bûn. Ji dil ve spasiya wan dikim ku nehiştin piroseya xwendinê raweste û wan piştrast jî dikim ku Hikûmeta Kurdistanê dê vê kirîzê derbas bike.
Derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Îranê, Serokwezîr ragihand ku rast e vexwendin jê re hatiye lê sibe naçe Îranê. Herwiha derbarê serdana şanda Kurdistanê bo Bexdayê jî Nêçîrvan Barzanî got ku şandek ji partiyên siyasî dê biçe Bexdayê, lê şanda Hikûmeta Kurdistanê naçe.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ragihand ku li cem Kurdistanê ji aliyê stratîjî Bexda girîng e û ewê berdewam bin li ser hewla çareserkirina pirsgirêkên xwe ligel wê hikûmetê.





