Efserên Dîcle ji leşkeriyê direvin

Jêderekê agehdarê wezareta berevaniya Îraqê bo Evro ragehand wireîyn leşker û efserên Îraqê hevrîşî şikestin û posîdeyê bûyne, nexasme ew leşkerê hatiye hinartin bo deverên veqetiyay ji herêma Kurdistanê.
Jêderê neviyayî navê xwe aşkira bike got: " heta nuke pitir ji 30 efserên paye bilindên opirasiyona Dîcle dest ji karên xwe berdaye û rêzên leşkerê bicih hêlan û hindek ji wan jî reviyane."
Fermandeya operasyonên Dîcle berî 5 mehan bi fermana serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî hatiye avakirin. Ew fermande serpereştiya sê firqeyên leşkerî yên li navçeyên cihê nakokiyan ên parêzgeha Kerkûk, Tigrît û Diyale dike




