26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Encumena Asayişa Kurdistanê agahî li ser grûpa DAIŞê eşkere kir

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, hêzên
 
asayişê li bajarê Kerkûkê komek terorîstên DAIŞê girtine ku dixwestin êrişên
 
terorîstî bikin.
 
 
 
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ku nusxeyek ji
 
BasNewsê re hatiye şandin, ragihand, hêzên asayişê yên Kerkûk û Hewlêrê
 
karîn di operasyonek hevbeş de komek terorîstên DAIŞê bigirin.
 
 
 
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku wan DAIŞiyan li sûcên xwe mukir hatine.
 
 
 
Daxuyaniya Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê li ser girtina tîmeke
 
terorîstî wiha ye:
 
 
 
“Di encama xebat û operasyoneke hevbeş a rêveberiyên Asayişê yên Kerkûk
 
û Hewlêrê de, grûpeke terorîstî ya DAIŞê li bajarê Kerkûkê hat girtin. Li gorî
 
ku wan terorîstan îtiraf kirine, tevlî gelek êrişên terorîstî bûne û xwestine
 
çalakiyên din jî pêk bînin.
 
 
 
Vê grûpa terorstî ya DAIŞê, roja 5ê Gulana 2014ê, otomobîleke bombekirî li
 
pêşiya xwaringeha “Cenet el Iraq” li bajarokê Dûzê teqandibû. Meha
 
Hezîran heman salê, bombek li ser rêya Kerkûk û Bexdayê teqandibû, her
 
wiha roja 10ê Sibata îsal jî li kuçeya “Ebdurehman” li taxa “Wahid Hezîran”
 
a Kerkûkê otomobîleke bombekirî teqandibû. Roja 10ê Adara îsal li heman
 
taxê, otomobîleke bombekirî bi tîmeke polîsê Kerkûkê de teqandibû.
 
 
 
Du terorîstên bi navên “Tariq Hebîb Mihemed Ebdullah El Zibêdî” û “Şehab
 
Ehmed Lifte Mixlif El Ubêdî” roja 15ê Nîsana îsal, bi dermanceyên bêdeng
 
melayê mizfeta “Ehlî Sife” ya Kerkûkê, Fayîq Fexrî Rixyan kuştibûn. Terorîstê
 
bi navê “Wetban Mihemed Xelef Silêman El Cibûrî”, ku parêzer bûye,
 
parêzertiya du terorîstîn girtî kiriye û bi rêkên ne qanûnî ew dane berdan.
 
Paşê bi rêya wan terorîstan re çûye Hewîce û tevlî DAIŞê bûye û wek
 
parêzer ji bo berdana terorîstên girtî yên DAIŞê xebitiye.
 
 
 
Terorîstê bi navê “Casim Ehmed Ziyab El Ubêdî” çûye Hewîce û Riyazê û li
 
wir perwerdeya leşkerî û sîxuriyê dîtiye paşê bi terorsît Wetban li Kerkûkê

Nûçeyên têkildar