26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şêwirmendekî parlementoyê: Hizra PKKê ne kurdî ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Parlemetoya Kurdistanê Dr. Medhet Silêman dibêje dijayetiya baskekî PKKê li hemwam wan pirsa netewî ti nirx jê re tune ye.ber serxwebûn û dewleta Kurdistanê, çavkaniya wê ew e ku PKK hizra wê ne kurdane ye û li cem

Dr. Medhet Silêman Şêwirmendê Parlemetoya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Di nava PKKê de 2 bask hene, baskek netewî ye û baskê din jî çepgerê tundrew e, lê xuya dike ku baskê netewî bindest be û baskê tundrew di bin bandora dewletekî navçeyê de ye û siyasetekî mezhebî birêve dibe û pirsa netewî li cem wan ti nirxeke wê tune ye û ew li dijî serxwebûna Herêma Kurdistanê ne û li nava Bakurê Kurdistanê jî behsa netewa kurdî nakin.”

Dr. Midhet dibêje: “PKK bi dijatiya dewleta Kurdistanê tiştekî bidest naxin û tenê diyaseta xelkê bicî dikin û dewleta kurdî di berjewendiya gelê kurd de ye, lê pirsgirêk ew e ku PKK bi kurdane hizir nake lewma li dijî dewleta Kurdistanê ye. Eger PKK wek kurdan hizir bike dewleta Kurdistanê di berjewendiya PKKê jî de ye, lê ew zêdetir di berjewendiya çepgerên Tirkiyê de siyasetê dikin, lewma dijatiya dewletê li Herêma Kurdistanê dikin.”
 

 

Nûçeyên têkildar