Serok Barzanî bo YNK: Xelkê Kurdistanê hêviya dirjeya rola neteweyî ji YNKê dikin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek
bi boneya salvegera damezirand YNKê arasteyî hemû serkirde û alîgirên
YNKê kirye têde hatiye: “YNKê di xebata xwe de gelek qurbanî dane jibo
rizgar kirina Gelê Kurdistanê û di hemû qonxan de nifşekî welatperwer
ava kiriye, bitaybet piştî raperîna mezin a gelê me, YNKê xwedî rolekî
serekîbû di peydabûna aramî û seqamgîriyê de, nihajî xelkê Kurdistanê
wê yekê ji YNKê hêvî dike ku di vê rola xwe ya girîng berdewam be.”
Berêzan Endamên Polîbîro û Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya
Niştimaniya Kurdistanê (YNK), bi boneya 41 mîn salvegera
damezirandina YNKê germtirîn pîrozbahî arasteyî we, kadir, endam û
alîgirên YNKê dikim.
Di vê serdemê de, gelê me li ber tehediyatên mezine, gelê me di şerekî
çarenivîsaz de ye ligel dijminkî tundirew, Pêşmergeyên Qehremanên
Kurdistanê bêhtirê axa Kurdistanê ji têrorîstan rizgar kiriye, bi saya
serkeftinên Pêşmerge û Xwîna pak a şehîdan û buha bilindên gelê me,
pêgeha Kurdistanê gihştiye astek bilind û hemû cîhan rêz û pêzanînên
xwe bo gelê me hene, ev pêgeha Kurdistanê ligel guhertinên navçeyê,
dihêle ku em destbidest kar bikin bo peydakirina paşerojek geş û
jiyanek aram jibo gelê xwe û rê nedin careke din gelê me bibe
qurbaniya agirê nakokiyên navçeyê, jibo vê yekê jî pêwîste em hemû
vegerin bo îrade û armancên gelê xwe ku ew biryarê li çarenivîsa xwe
Bê guman ligel vê derfetê, tehdiyatên mezin jî hene, rewşa niha pêwîste
bi hevkarî û rihê biratiyê û pêbendbûn bi berjewendiyên bilind ên gelê
me, pêwîste di vê rewşê de rihê niştimanperwerî û pêşmergayetî di nav
xwe de bi hêztir bikin, di heman demê de siyaseta dijminane li dijî
mafên gelê me di azadî û serxwebûnê de berdewame û helmeta bê
omîd kirina gelê me di paşerojek geş û serbixwe û şikandina baweriya
gelê me, ku bi şêweyên cuda cuda tê birêve birin heye, rûbirûna van
planan jî erkê hevbeş ê hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê û civaka sivîl û
hemû kurdên dilsoz e.
YNKê di xebata xwe de gelek qurbanî dane jibo rizgar kirina Gelê
Kurdistanê û di hemû qonxan de nifşekî welatperwer ava kiriye,
bitaybet piştî raperîna mezin a gelê me, YNKê xwedî rolekî serekîbû di
peydabûna aramî û seqamgîriyê de, nihajî xelkê Kurdistanê wê yekê ji
YNKê hêvî dike ku di vê rola xwe ya girîng berdewam be, rola cenabê
Mam Celal di salên derbasbûyî de jibo parastina yekrêzî û pêxistina
doza gelê me nayê jibîr kirin û niha jî Gelê Kurdistanê li bendî YNKê ye
ku dirêjayê bide wê rola xwe ya welatperwer û em hemû pêkve gelê
xwe ber bi paşerojek geş de bibin.
Bi pêwîstî dizanim ku di vê boneyê de hêviya çakbûna ji Sekreterê Giştî
yê YNKê biryaê xwe yê birêz Mam Celak bikim û hêviya serkeftinê ji
hemû endam û alîgirên YNKê re bixwazim.




