Nêçîrvan Barzanî: Xalên bihêz ên Kurdistanê hene..Paşeroja me geş e

Hewlêr-KDP.info- Serokewzîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî,
ragihand, ji bo nehîştina kirîza darayî û geşekirina Kurdistanê, ew neçar
in reformên aborî bikin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro pilana xwe ya reformên aborî eşkere
kir. Pilana han dê di nav 3 salan de were bicîhanîn.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî di merasima ragihandina pilan û
nexşerêya reformên aborî de gotarek pêşkêş kir û ragihand, Kurdistan
tûşî kirîzeke mezin bûye ji bo nehîştina wê kirîzê hikûmet neçar e
reforman bike.
Serokwezîr Barzanî da zanîn ku qutkirina bûdceya Kurdistanê ji aliyê
Bexdayê ve, şerê DAIŞê û daketina nirxa petrolê her wiha hatina
penaberên Sûrî û koçberên Iraqî bo Kurdistana Başûr, bûn sebebên
derketina kirîza darayî.
Nêçîrvan Barzanî her wiha anî ziman ku ji bo nehîştina kirîza darayî
hinek gav ji aliyê hikûmetê ve hatine avêtin lê ew gav têrê nakin lewma
bi alîkariya Banka Cîhanî û Netewên Yekbûyî (NY) nexşerêyek ji bo
encamdana reformên aborî amade kirine û dê di nav 3 salan de bi
alîkariya wan saziyên navdewletî bicîh bînin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser naveroka pilanê jî axivî û got, yek
ji gavên sereke yên pilanê, geşekirina sektora taybet û biçûkkirina
sektora giştî ye. Emê berê xwe bidin warên çandinî, pîşesazî, tûrîzm û
çalakiyên din. Xalên bihêz ên Kurdistanê hene..Paşeroja me geş e
Serokwezîr Barzanî di gotara xwe de spasiya Serokê Herêmê kir ku du
roj e, li Eniya Xazir serperiştiya operasyona dijî DAIŞê dike û got: "Hatina
cenabê Serok bo vê konferansê nîşaneya piştevaniya reformên
hikûmetê ye."
Nêçîrvan Barzanî got Herêma Kurdistanê di du salên dawî de rastî
hejmarek pirsgirêk bûye û got: "Di demeke kurt de hejmara niştecihên
Kurdistanê ji sedî 28 zêde bûye û daketina nirxê petrolê rewş aloztir
kiriye."
Derbarê lêgerîna çareseriyan, Barzanî diyar kir ku tedbîrên demkî û bilez
nabine derman û divê ji bingehê ve reformek bê kirin ku derfeta kar
bêhtir li sektora taybet bê rexsandin.
Nêçîrvan Barzanî bi taybet bal kişande ser pêwîstiya kêmkirina
fermanber û karmendên dewletê û aşkera kir ku hikûmet ji bo vê
armancê dê "çend gavekî" biavêje.
Nêçîrvan Barzanî herwiha tekezî li ser karê bankeyan kir ku li Başûrê
Kurdistanê lawaz in û got: "Divê têgihîştina bankedariyê li Herêma
Kurdistanê ji bin ve biguherînin."
Nêçîrvan Barzanî di dawiyê de sersaxî ji malbatên şehîdên şerê DAIŞê re
xwest û got, emê li ser parastina xaka xwe berdewam bin heta
serkeftina yekcarî.




