Pêşmerge 10 gundên Şebek rizgar kirine

Hewlêr-KDP.info-Serokê Desteya Encumena Şebek got, em spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin ku rasterast serperiştiya operasyona gundên me dike ku heta niha 10 gundên kurdên şebek hatine rizgarkirin û çend gundên din jî nêzîk tên rizgarkirin.
Salim Cuma Şebek ji malpera KDP.info re ragihand: “Em spasiya Hêzên Pêşmerge û Serok Barzanî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar dikin ku ev 2 roj in şerê terorîstên DAIŞê dikin bo rizgarkirina gundên me.”
Şebek wiha got: “Ji duhî ve zêdetirî 10 gundan rizgar bûne, eger operasyon berdewam be dê hemû gundên Şebek bikevin bin kontrola Hêzên Pêşmerge û em dixwazin gundên me zû vegerin ser Herêma Kurdistanê û pêwîst e dema referandum bê kirin li navçeyên me jî bê kirin.”




