26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xazir.. Operasyon berdewam dike..Gundê Werdek jî hat rizgarkirin

Çavkanî: KDP.info

Xazir-KDP.info- Berpirsê Eniya Xazirê ragihand ku îro serê sibehê careke din Hêzên Pêşmerge êrişî terorîstên DAIŞê kirin û karîn gundî Werdekê ku gundekî pir mezin e, rizgar bikin.

Arif Teyfûr ji malpera KDP.info re ragihand: “Operasyona Pêşmerge li Xazirê berdewam dike û DAIŞê hatiye şikandin û çekdarên wê direvin.”

Hevdem Muqedem Ceifer Kerîm Fermandarê Betalyona 2 ya Supaya 4 ya Zêrevanî li eniya Hesen Şam ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro jî em pêşde diçin bo azadkirina wan deverên ku di pilana me de ne. Terorîstên DAIŞê nema karin bergiriyê bikin û pir lawaz bûne û gelek kuştiyên wan hene.”

Tê zanîn ku duhî sere sibehê ev operasyona Hêzên Pêşmerge bi serperiştiya Serok Barzanî bo li eniya Xazirê dest pê kir.

Nûçeyên têkildar