Konferansa pilana 3 salî ya hikûmetê bo reforma aborî

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Konferansa Reforma Aborî li Hewlêra paytext destpê kir.
Wezîrê Plandananê Elî Sindî di destpêka konferansê de axaftinek pêşkeş kir ku têde sedemên krîza aborî ya Herêma Kurdistanê wiha hijmartin: "Birrîna pişka budceyê ya Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federal a Iraqê ve, şerê DAIŞê, hatina penaberan, daketina nirxê petrolê sedemên sereke yên krîzê ne."
Elî Sindî ragihand ku hikûmetê nexşerêyek daniye ji bo çareseriya pirsgirêkên aborî û got: "Ev plan li ser 45 rapor û lêkolînên zanistî hatiye amadekirin."
Wezareta Plandananê û Banka Cîhanî Adara 2013ê li hev kiribûn arîkariya teknîkî werê dayîn.
Herwiha Herêma Kurdistanê biryar daye bi hevkariya bankê planeke aborî di nab 3 salan de bê dawîkirin.




