Armanca operasyona îro rizgarkirina gundên Şebek û Kakeyan e
__2016_05_29_h20m47s8__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Encumena Asayîşê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku
opersyona îro ya Hêzên Pêşmerge li eniya Xazirê dê bandore bike li ser
operasyona çaverêkirî ya rizgarkirina Mûsilê.
Îro 29.05.2016ê, Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê beyanameyek belav
kir û di vê beyanameyê de aşkera kir, êrîşa îro ya hêzên Pêşmergeyên
Kurdistanê bi armanca zêdekirina fişar li ser çekdarên DAIŞê û amadekariya
êrîş kirina ser bajarê Mûsilê ve hatiye kirin. Herwaha diyar kir, ev
operasyone bi piştîwaniya balefirên şer ên hêzên hevpeyman ve birêve diçe
û di vê çarçoveyê de çend gundekên rojhilatê Mûsilê hatine kontrol kirin.
Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê diyar kir, 5 hezar û 500 Pêşmerge di
operasyonê de beşdarin û saet 10:00 sibê îro gundê Muftî yê li bereya
Xazirê bi temamî hatiye kontrol kirin.
Operasyona îro ya Hêzên Pêşmerge navçe û gundên Şebek û Kakeyan li xwe
girtiye û bi rizgarkirina wan gundan metirsiya DAIŞê li ser wan kêm dibe,




