26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xazir.. 8 gund hatin azadkirin

Çavkanî: KDP.info
 
Xazir-KDP.info- Berpirsê eniya Xazirê eşkere kir ku Hêzên Pêşmerge li eniya
 
Xazir êriş kirin ser terorîstên DAIŞê û heta niha 8 gund ji destê wan rizgar
 
kirine û kêm maye ku 2 gundên din jî ji destê wan derxînin.
 
Berpirsê Eniya Xazir Arif Teyfûr ji malpera KDP.info re ragihand: “Êrişa
 
Hêzên Pêşmerge li ser terorîsên DAIŞê li eniya Xazirê berdewam e û heta
 
niha 8 gund azad kirine û Hêzên Pêşmerge pêşde diçin û şer berdewam e bo
 
azadkirina 2 gundên din û heta ew herdu gund jî neyên azadkirin şer
 
ranaweste.”
 
Teyfûr wiha got: “Terorîstên DAIŞê bi sersextî bergiriyê dikin û heta niha bi
 
8 otomobîlên bombekirî hatine pêşiya me û teqandine lê bo dilxweşî ti
 
ziyan negihane Hêzên Pêşmerge.”

Nûçeyên têkildar