Xazir.. Pêşmerge 2 gundên din rizgar kirine..2 jî dorpêç kirine

Xazir-KDP.info- Berpirsê Eniya Xazirê Arif Teyfûr ragihand ku Hêzên
Pêşmerge di êrişa îro de karîne 2 gundan rizgar bikin û 2ê din jî dorpêç bikin
ku ew jî kêm maye bên rizgarkirin û gelek ziyan gihane terorîstên DAIŞê.
Arif Teyfûr Berpirsê Eniya Xazirê ji malpera KDP.info re ragihand: “Di êrişa
îro ya Hêzên Pêşmerge de li ser terorîstan li Xazirê gundên Til Eswed ê
Mezin û Muftî hatin azadkirina û niha 2 gundên din jî hatine dorpêçkirin û
kêm maye ew jî bên azadkirin, herwiha hêzên Pêşmerge pêşde diçin û
ziyanên terorîstên DAIŞê gelek in.”
Teyfûr wiha got: “Terorîstên DAIŞê li gundê Muftî 3 otomobîlên bombekirî
şandin cem Pêşmerge, lê cihê dilxweşiyê Hêzên Pêşmerge teqandin û ziyan
negiha Pêşmerge.”




