26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Salim Şebek: Êdî Deşta Mûsilê û Şingal nabin beşek ji parêzgeha Neynewa

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Nûnerê kurdên şebek di Parlementoya Iraqê de tekez kir ku girêdana wan bi Mûsilê ve pir bi ziyan bû û êdî Deşta Mûsilê û Şingal nabin beşek ji parêzgeha Neynewa û divê wek rewşeke taybet bên hesibandin.

 

Gelek pêkhate li Deşata Mûsilê dijîn û piştî şerê terorîstan jî çend fewcên Pêşmerhe bo wan hatin avakirin ku rasterast ser bi Herêma Kurdistanê ne û amade ne navçeyên xwe biparêzin.

 

Salim Şebek Nûnerê kurdên şebek di Parlementoya Iraqê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Çend hezar pêşmergeyên me li nava refên Pêşmerge hene û li hêviya fermana Serok Barzanî ne ku di dema guncaw de navçeyên xwe azad bikin.”

 

Şebek wiha got: “Êdî careke din Deşta Mûsilê û Şingal navin beşek ji parêzgeha Neynewa û divê wek rewşeke taybet bên hesibandin û rasterast bibin ser bi Herêma Kurdistanê û ji bo vê yekê jî me piroje daye Serokatiya Herêma Kurdistanê, ji ber ku ji bilî Hêzên Pêşmerge ti hêzeke din nikare parastina navçeyê bike.”

 

Salim Şebek wiha domand: “Girêdana me bi Mûsilê re pir bi ziyan bû. Bi sedan car me gef û derbiderî û êriş dîtine, lewma dema wê yekê hatiye ku em biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û vegerin ser Herêma Kurdistanê.”

Nûçeyên têkildar