Macaristan çekan ji Hêzên Pêşmerge re peyda dike

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Macaristanê pesnê rola Hêzên Pêşmerge dide
û amje bi mêrxasî û serkeftinên Hêzên Pêşmerge dike û dibêje ewê çekan ji
Pêşmerge re peyda bikin.
Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê Hêmin Hewramî pêşwazî li Dr. Çaba
Fîzîkînî Konsulê Giştî yê Maceristanê li Kurdistanê kir.
Di wê hevdîtinê de behsa pêşhatên dawî yên Kurdistanê û navçeyê hatin
kirin û Konsulê Giştî yê Macaristanê amaje bi piştevaniya welatê xwe bo
hikûmet û gelê Kurdistanê kir û rola Hêzên Pêşmerge bi girîng da zanîn û
got ku hikûmeta welatê wî bi rêz li rola Pêşmerge di şerê DAIŞê de dinere û
tekez kir ku nêzîk hikûmeta wî dê çekan bo Hêzên Pêşmerge peyda bike û
got jî ku hejmara şêwirmendên leşkerî yê Macaristanê li Kurdistanê 150 kes
in.
Derbarê alîkariyên Yekîtiya Ewropa bo Herêma Kurdistanê Konsulê
Macaristanê ragihand ku Wezîrê Derve yê Maceristanê di civîna Yekîtiya
Ewropa de daxwaza alîkariyê bo Kurdistanê kiriye ji aliyê darayî ve.




