26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Bo xelkê Xurmatû derket ku PDKê xema wan dixwe..Tirkman û ereb dibin Pêşmerge”

Çavkanî: KDP.info

Xurmatû-KDP.info- Berpirsê Komîteya Navçeya PDKê li Xurmatû dibêje, baweriya xelkê bi Heşda Şeibî û Heşda Tirkmanî nemaye û niha siyaseta guvaşê li dijî xelkê bikar tînin, lewma metirsiya valabûna bajar heye.

Ehmed Şêx Lenger ji malpera KDP.info re ragihand: “Hemû xelkê Xurmatû baweriya wan bi Hêzên Pêşmerge heye, herwiha ereb û tirkmanê deverê jî baweriya wan bi Pêşmerge heye û dibin pêşmerge.”

Şêx Lenger wiha got: “Ew hêza pêşmerge ya ku biryar e bo xortê Xurmatû bê çêkirin, tirkmanên sune û ereb jî bi heman awe daxwaz dikin ku cihên wan jî di nava wê hêzê de hebe.”

Berpirsê Komîteya Navçeya PDKê li Xurmatû wiha domand: “Heta niha nêzîkî 1000 kes wek xwebexiş di nava hêzên Pêşmerge de nave xwe nivîsandine û ji piraniya xelkê wê deverê diyar bû ku PDKê xemxurê wî sînorî ye û hemû Kurdistanê jî.”

Nûçeyên têkildar