26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kerkûkî: Me êrişa DAIŞê têk bir..Hemû Pêşmerge selamet in

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê ragihand ku Hêzên Pêşmerge li sînorê Mensûriye êrişeke DAIŞê têk birin û Pêşmergeyên qehreman hemû selamet in.”

Dr. Kemal Kerkûkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Saet 3ê sere sibeha îro pêncşemê terorîstên DAIŞê êriş kirin ser navçeya Mensûriye ku lîwaya 5 û 11 yên Pêşmerge li wir in ligel sînorê eniya 4 û 5, ku di serî de gule avêtin û piştre êriş kirin, lê her zû pêşmergeyên qehreman li wan hatin hev û êrişa wan têk birin û bera wan dan û ew bêdeng kirin û niha rewşa aram e.”

Kerkûkî wiha got: “Hemû Pêşmergeyên qehreman bê ziyan in ûziyanên terorîstan heta niha bi temamî neketine destê me.”

Nûçeyên têkildar