26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Generalê Hevpeymaniya Navdewletî behsa azadkirina Mûsilê kirin

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Fermandeyê Hêzên
 
Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq û Sûriye kir û di wê hevdîtinê de behsa
 
amadekariyên proseya azadkirina bajarê Mûsilê kirin û her dû alî li ser bi
 
hêztirkirina hemahengî û yarmetîdana bi navê ji navbirina terorê bi
 
hevrêbûn.
 
Îro sêşem 24.05.2016 li Selahedîn, Mesûd Barzanî Serokê Herêma
 
Kurdistanê pêşwaziya General Sean Barry MacFarland Fermandeyê Hêzên
 
Hevpeymaniya Navdewletî ya şerê DAIŞê li Iraq û Suriye û şanda li gel kir ku
 
ji Cosin Kuin Cîgirê Balyozê Amerîka li Iraq û Matthias Mitman Konsolê
 
Amerîka li Hewlêr û çend şêwirmendekî serbazî pêkhatibûn.
 
Di destpêka hevdîtinê de, şanda mîhvan xweşhaliya xwe bi hevdîtina ligel
 
Serok Barzanî derbirî, her wiha bi kurtî di derbarê guhertinên meydaniyên
 
dawî ya şerê rûbirûbûna terorîstên DAIŞê û proseya azadkirina Feluce û
 
amadekariyên ji bo azadkirina bajarê Mûsilê ji bo Serok Barzanî xisterû.
 
Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya şerê DAIŞê li Iraq û Sûriye
 
û şanda ligel bi girîngiyê ve behsa berdewamiya hemahengiya hêzên
 
Pêşmerge û hevpeymanan ya ji bo nehiştina terorê li navçeyê da kir.
 
Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvan bi girîngiyê ve behsa
 
hemahengiya hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymaniyê ya ji bo nehiştina
 
terorîstên DAIŞê kir.
 
Li beşekî dinê hevdîtinê de behsa amadekariyên proseya azadkirina bajarê
 
Mûsilê kirin û her dû alî li ser bi hêztirkirina hemahengî û yarmetîdana bi
 
navê ji navbirina terorê bi hevrêbûn.

Nûçeyên têkildar