26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwaziya şanda Navenda Diyaloga Mirovî kir

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya şanda Navenda Diyaloga Mirovî
 
kir û di wê hevdîtinê de erkê wan bi başî û mirovî wesif kir û amadehiya
 
tevahî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hemahengî û hawkarîkirina
 
ligel Navenda Cîhanî ya Diyaloga Mirovî nîşanda.
 
Roja sêşem 24.05.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma
 
Kurdistanê pêşwaziya şanda Navenda Diyaloga Mirovî kir.
 
Li hevdîtinê de şanda mîhvan bi kurtî ji kar û çalakiyên xwe yên aştîxwazane
 
û mirovdostane yê li navçeyên cûda cûdayê cîhanê û her wiha awayê
 
prensîpên karkirina Navenda Diyaloga Mirovî ji bo rêgirtina li şer û
 
tundutîjiyê û dawî anîna bi şerê di navbera aliyên nakokiyan ji bo Serok
 
Barzanî behs kir.
 
Her wiha ronahî xistin li ser wan hewlan ku li gel grûpên çekdaran û
 
Hikûmeta Sûriye ji bo dawî anîna şer û gihîştina bi aştiyê encam dane.
 
Şanda mîhvan spasî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku hevkar û
 
hemaheng bûye li gel saziyên wan û daxwaza peywendî û hemahengî û
 
şîretê ji Serok Barzanî kirin bo ku li encamdana erk û karên wan de ber çav
 
roniyeke zêdetir hebê.
 
Li beranber da Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo şanda mîhvan xwest û
 
erkê wan bi başî û mirovî wesif kir û amadehiya tevahî ya Hikûmeta Herêma
 
Kurdistanê ji bo hemahengî û hawkarîkirina li gel Navenda Cîhanî ya
 
Diyaloga Mirovî nîşanda.
 
Her li vê civînê de Serok Barzanî ronahî xist ser rewşa siyasî û emnî ya Iraq û
 
Sûriye û navçeyê û behsa hereşeya terorîstan ya li ser aramî û bexteweriya
 
gelên navçeyê kir.

Nûçeyên têkildar