Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê nû yê Urdinê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di pêşwaziya li
Konsolê nû yê Şahnişîna Urdin de peywendiya di navbera Herêma Kurdistan
û Şahnişîna Urdinê bi peywendiyekî taybet û dostane wesif kir û tekez jî li
ser kûrtirkirina peywendiyên di navbera her dû aliyan kir.
Roja sêşem 24.05.2016 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma
Kurdistanê pêşwaziya Heysem Ebulful Konsolê nû yê Şahnişîna Urdin li
bajarê Hewlêrê kir.
Li hevdîtinê de Konsolê Şahnişîna Urdin li Hewlêr silavên Şah Abdullah
Paşayê Şahnişîna Urdinê bi Serok Barzanî gihand û tekez jî li birayetî û
dostayetiya di navbera gelê Kurdistan û gelê Urdinê kir.
Her wiha pesnê rola qehremananeya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li
şikestdana terorîstan kir û pêzanînên xwe jî ji bo Hikûmet û xelkê Herêma
Kurdistanê hebû ku gelek bi dilfirehî yarmetiya sedan hezar koçber û
lêqewimiyan daye.
Li beranber de Serok Barzanî spasiya Şah Abdullah û gelê Urdinê kir ku
pabend û xwediyê bihayên bilindin û peywendiya di navbera Herêma
Kurdistan û Şahnişîna Urdinê bi peywendiyekî taybet û dostane wesif kir û
tekez jî li ser kûrtirkirina peywendiyên di navbera her dû aliyan kir.
Herwiha Serok Barzanî spasî tîmên pizîşkiyên Şahnişîna Urdinê kir ku li
Herêma Kurdistanê da li çareserkirina nexweşiyên wan de yarmetiya xelkê
kirine.




