26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Pêşmerge giring e bo parastina asayişa cîhanê”

Çavkanî: KDP.info
 
Ajans-KDP.info- Malpera fermî ya Koşka Elîzê ya Serokatiya Fransa
 
rîportajek taybet li ser şanda Kurdistanê û Pêşmerge bo Fransa û beşdariya
 
wan di festival Kan de belav kiriye.
 
Di wê rîportajê de ku li ser şanda Kurdistanê ya ku bo pêşandana fîlmê
 
Pêşmerge li Fransa bû, Endama şanda Kurdistanê Viyan Dexîl ku
 
parlemantera Iraqê ye behsa çûna wê şandê bo Fransa û rola Hêzên
 
Pêşmerge dike û dibêje me baweriyeke mezin bi Serokê Fransa Franswa
 
Oland heye.
 
Herwiha tê de Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û
 
endamê şandê behsa giringiya beşdariya kurdan û Pêşmerge di şerê li dijî
 
DAIŞê de û beşdariya erênî ya Pêşmerge di bidestanîna serkeftinê de dike.
 
Herwiha Serokê Fransa Franswa Oland di rîportajê de amaje bi giringiya rola
 
Hêzên Pêşmerge bo Kurdistanê û Asayişa Iraqê dike. Derbarê serkeftinên bi
 
ser DAIŞê de jî Oland dibêje: “Pêşmerge bo parastina asayişa cîhanê girîng
 
e.”

Nûçeyên têkildar