Mîranî: Em dixwazin ji Bexda û cîranên xwe re bêjin, bila gelê me bi xweşî bijî

Silêmanî-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragehand, bi
armanca gotûbêjkirina beşdarbûna kurd li Iraqê, wê şandeke herêma
Kurdistanê serdana Bexdayê bike.
Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî di daxuyaniyeke çapemeniyê de de
aşkera kir, şandeke bilind a Herêma Kurdistanê, wê di pêşerojê de serdana
Bexdayê bike û got: “Serdana vê şandeyê danîna wezîr û destên xwe ji Iraqê
re bilindkirin nîne. Dervey gotûbêjên referandomê, ji bo babeta şirîkatiyê li
gel pêkhateyên din ên Iraqê ye.”
Herwaha diyar kir, divê aqiliyetekê li Iraqê ava bikin ku guh bidin ji
xwastekên kurdan û got: “Divê em li dû zimanekê de bigerin ku guh bidin
me. Em miletekin ku hez li şer û pirsgirêkan naken. Em dixwazin ji Bexda û
cîranên xwe re bêjin, bila gelê me bi xweşî bijî.”
Sekreterê polît bûroya PDKê teqez kir, PDK kar li ser pêşdebirina ezmûna
herêma Kurdistanê dikin. Daxwaz ji çapemeniyê kir, derbarê nakokiyên
siyasî yên navxweyî yên Kurdistanê, wek benzene li agir bikin neken. Bêhtir
hewl bidin û rol di çareser kirinê de bigrin ser xwe.
Herwaha got: “Tu pirsgirêkek me ligel YNKê tuneye û me ligel yek hevaltî
hilbijartiye.”




