26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Bi fermana Serok Barzanî, êdî kar ligel konsuxaneyan nabe bi serê xwe be

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî  ferman daye tevahiya sazî û wezaretên hikûmetê ku êdî yekser û bi serê xwe bi dîplomat û konsulxaneyên welatên biyanî re kar nekin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ku nusxeyek ji Bas re hatiye şandin, ragihandiye, Serok Barzanî ferman daye tevahiya sazî û dezgehên hikûmetê da ku yekser û bi serê xwe bi konsulxane û dîplomatên biyanî yên li Kurdistanê re hevdîtin nekin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku divê sazî û wezaretên hikûmetê bi rêya Fermangeha Pêwendiyên Derve bi nûnertiyên welatên biyanî re hevdîtin bikin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê, bang li hemû dezgeh û wezaretan kiriye fermana Barzanî, ku roja 8ê vê mehê hatiye dayîn, bicîh bînin.

Li Herêma Kurdistanê, 32 konsulxane û nûnertiyên welatên biyanî heye.

Rayedarekî Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê ji Bas re got, fermana Serok Barzanî ji bo wê ye ku pêwendiyên dîplomatîk binecîh bibin û êdî ti kes û saziyek bi serê xwe pêwendiyan çêneke.

Wî rayedarê Kurdistanê da zanîn ku fermana han ji ber wê yekê hatiye dayîn çimkî di heyama borî de hinek fermangehan bi serê xwe bi konsulxaneyên biyanî re hevdîtin kirine û ziyan li îtibara dîplomasiya Kurdistanê dane.

 

Nûçeyên têkildar