Tavge Ehmed: Bereya Çaksazî ji helwesta Kurdan û Serok Barzanî gelekî razî ye

Bexda-KDP.info- Endamekî Kutleya Çaksaziyê ya Encumena Nûnerên Iraqê dibêje Bereya Çaksaziyê li Parlemantoya Iraqê di civîna xwe ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de helwesteke pir erênî dîtine.
Tavge Ehmed Endama Bereya Çaksaziyê ya Encumena Nûnerên Iraqê ji malpera KDP.info re ragihand: “Civîna şanda Bereya Çaksaziyê (parlemanterên giravgirtî) ligel Serokê Herêma Kurdistanê û nûnerên kurdan erênî bû û kurd razî ne vegerin bo Bexdayê lê bi mercê ku rêkeftin û şeraket li berçav bê girtin. Em wek Bereya Çaksaziyê jî wê yekê dixwazin û dive para kurdan parastî be.”
Tavge Ehmed wiha got: “Ew şanda ku duhî ligel Serokê Herêma Kurdistanê û parlemanterên kurd civiya, pir razî ye ji helwestê kurdan û Serok Barzanî û hemû ew pêşniyarên ku hatin pêşkêşkirin em pê razî ne.”




