Hevpeymaniya Navdewletî: Meha borî me 1100 Pêşmerge perwerde kirin

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî bo şerê DAIŞê
ragihand ku di meha borî de wan zêdetirî hezar Pêşmerge perwerde kirine û
ji operasyonên bê re amade kirine.
Stîvan Waran di daxuyaniyekê de eşkere kir ku tenê di nava 30 rojên borî de
wan li bajarê Hewlêrê perwerdeya leşkerî daye 1100 pêşmergeyan.
Herwiha Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî got: “Girûpeke din ji Hêzên
Pêşmerge hatine amadekirin da ku ji aliyê şêwirmendên leşkerî ve bên
perwerdekirin.”
Derbarê meşq û rahênana Hêzên Pêşmerge Stîvan Waran da zanîn ku ew
Pêşmerge bo operasyonên bê hatine amadekirin, di nav wan de jî
operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê de.




