26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê nû yê Encmumena Serkirdatiya PDKê li Silêmaniyê dest bi karê xwe dike

Çavkanî: KDP.info
 
Silêmanî-KDP.info- Berdevkê Encumena Serkirdatiya PDKê li Silêmaniyê
 
Faris Newrolî ragihand ku biryar e vê hefteyê Serokê nû yê Encumena
 
Serkirdatiya PDKê li Silêmaniyê Edhem Barzanî dest bi karê xwe bike.
 
Edhem Barzanî li ser malpera xwe ya fermî ragihandiye: “Bi hêviya Xwedê
 
ezê nêzîk têkevin xizmeta parêzgehên Silêmanî û Helebçe.”
 
Faris Newrolî ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar e di 2 rojên bê de
 
Edhem Barzanî wek serokê nû yê Encumena Serkirdatiya PDKê li Silêmaniyê
 
li şûna Îzedîn Berwarî dest bikar bike.”
 
Newrolî wiha got: “Biryar bû hefteya bê Edhem Barzanî dest bi kar kiriba, lê
 
ji ber civîna polîtburoya PDKê bo vê hefteyê hat paşxistin.”

Nûçeyên têkildar