26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Aramî û asayîşa Kurdistanê li navçeyê pêşncem e..Li pêşiya Îsraîl û Siûdiyê ye

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Di raporeke Cirûzalim Post de bi navnîşana Hewlên Kurdan bo Dariştina Pilaneke Aborî behsa pêngavên çaksaziyê yên Herêma Kurdistanê bo kêmkirina xerciyan û zêdekirina dahat dike, ku yek ji wan wergirtina bac e da ku bi xwe deyin neke.

Di wê raporê de çendîn data û amar hatine belavkirin û bihêz û geşekirina aborî û veberhênan li Kurdistanê di çarçoveya karên hikûmeta Kurdistanê de hatine behskirin, ku tê de dibêje: “Di sala 2009ê de rêjeya veberhênanê % 7 zêde bibû û di sala 2010ê de bilind bû bo % 9 û di sala 2012ê de gişît % 12.”

Herwiha amaje bi raporeke aborî cîhan li sala 2013ê kiriye ku dibêje: “Aramiya siyasî û asayiş li Kurdistanê li tevahiya navçeyê di asta pêncem de ye û li pêşiya Îsraîl û Erebistana Siûdiyê tê, herwiha li ser asta cîhanê jî di asta 83yemîn de ye. Herwiha ji aliyê helûmercên bazirganî de li navçeyê 7yemîn e û li pêşiya Urdin û Misr e û li cîhanê jî 57yemîn e û li pêşiya Rûsya ye.”

Di beşeke din ya raporê de hatiye ku felsefeya aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bikar aniye di navbera 2004 û 2014ê de heman riya Amerîka bikar tîne ku bazara azad e, da ku şîrket berê xwe bidin Kurdistanê.

Nûçeyên têkildar