Mesrûr Barzanî: Mafê me yê dewleta serbixwe heye

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encumena Ewlekariya
Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Serokê Berîtanyayê bo karûbarê
Yemenê kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku wek hemû gelên cîhanê mafê
gelê Kurdistanê jî heye ku bibe xwedî dewleta serbixwe.
Îro 22.5.2016 Şêwirmendê Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî pêşwaziya parlementerê parlementoya Berîtanyayê yê ser
bi partiya parêzgaran û hevdem nunerê Serokê vê welatî bo karûbarên
Yemen û Serokê civata Rojhilata Navîn ya parêzgaran (CMEC) Sir Alan
Duncan kir ku di çarçoveya hewlên Berîtanyayê yên bo wenêrîna rewşa
deverê serdana Kurdistanê kiriye.
Di vê hevdîtinê de bi awayekî berfire giftûgo li ser rewşa siyasî û ewlekarî û
kêşeyên bingehîn yên deverê û dilgiraniyên gelê Kurd û hevkariyên
Berîtanyayê yên bo çareser kirina kêşeyên heyî hate kirin.
Di berdewamiya hevdîtina han de Mesrûr Barzanî bi awayekî kurt behsa
dîroka siyasî ya Iraqê û bandora vê ya li ser aramiya deverê kir û wenêrîn
kirin bi nexşeya deverê bo bidest xistina aramiyê bi pêngaveke girîng wesif
kir û anî ziman ku pergala şikest xarî û sernekeftî bi berdewamî karesat û
trajedî berhem dihêne û çû bûna DIŞIê jî encameke sernekeftî ya vê pergala
şikestxwariye.
Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku
bo domandina şerê dijî DAIŞê û şerê dijî terorê pêdivî bi hevkariya Berîtanya
û hevpeymaniya cîhanî heye.
Barzanî di beşeke din ya axaftinên xwe de behsa xwestek û daxwazên gelê
Kurd derbarê pêşeroja deverê de kir û eşkere kir ku Kurd jî weke her
neteweyeke din xwedan mafe ku dewleta xwe ya serbixwe hebe ku ew yek
jî dibe fakterekî bihêz ya bo aramiya deverê û hevdem gerentiye bo xwe
parastin ji metirsiyan bi taybetî ew metirsiyên ku vê di pêşerojê de rastî
wan were.
Mesrûr Barzanî herwiha anî ziman ku piştî hilweşandina rejîma bes ya Iraqê,
Kurd gelek hewl da daku iraqeke demokratîk û fedral awa bibe bi mercek ku
Kurd tê de hevbeş û hevpar de lêbelê kiriyarên Bexdayê yên bo ji bîr kirina
destûr û birîna bûdce û mûçeya gelê Kurd û çê kirina astengiyan li berdem
pêşkeftina gelê Kurd beruvajiya vê yekê îsbat kir.
Mesrûr Barzanî got: “Eger Iraq Kurdistan weke hevbeşeke xwe ya rasteqîn
qebûl nake û Kurdistan jî paşkoyê red bike vê demê lazime di navbera her
du aliyan de mekanîzmek were dîtin daku bibin du cîranên baş ji hevû du re
jiber ku nabe Kurdistan baca şatiyên xelkên din bide.”




