26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şanda Iraqê daxwaza alîkariyê ji Serok Barzanî kir

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya şanda Bereya Çaksazî ya li
 
Encumena Nûnerên Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêhvan ajanda û
 
armanc û awayê karkirina xwe ji bo Serok Barzanî şîrove kirin û daxwaza
 
destpêkeke nû ji bo Iraq û proseya siyasî kirin bi cûreyek ku îdaredana şaş
 
nemîne û rêz li rêkkeftinan û şeraketa di navbera pêkhatên Iraqê bê girtin.
 
Roja yekşem 22.05.2016 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma
 
Kurdistanê pêşwaziya şandekî Bereya Çaksazî ya li Encûmena Nûnerên Iraqê
 
kir.
 
Li hevdîtinê de şanda mêhvan behsa wan sedeman kirin ku hana wê yekê
 
dane li beranber proseya siyasiya Iraqê helwest werbigrin û rêya protestoyê
 
li ber bigrin. Paşê ajanda û armanc û awayê karkirina xwe ji bo Serok
 
Barzanî şîrove kirin û daxwaza destpêkeke nû ji bo Iraq û proseya siyasî kirin
 
bi cûreyek ku îdaredana şaş nemîne û rêz li rêkkeftinan û şeraketa di
 
navbera pêkhatên Iraqê bê girtin.
 
Şanda mêhvan spasî hevkarî û mîhvandariya gelê Kurdistanê ya ji bo koçber
 
û lêqewimiyên Iraqê kirin û rexne jî li Hikûmeta Iraqê girtin ku xema
 
koçberan de nebûye wekî bibêjî ku hemwelatiyê Iraqê nebin.
 
Li beranber da Serok Barzanî tekez li ser pêwîstiya guhertin û çareserkirina
 
giriftan kir û eve jî xisterû ku awayê û dema daxwaziyê û hewldana ji bo
 
guhertinê divê li ber çav bê girtin bi cûreyek ku ziyanê li rûbirûbûna
 
terorîstên DAIŞê nede.
 
Li beşekî dinê civînê de Serok Barzanî behsa dîrok û qonaxên damezrandina
 
dewleta Iraqê û wan êşan kir ku li ser gelê Kurdistanê da hatiye û ronahî
 
xiste li ser nêrîna Herêma Kurdistanê ya di derbarê rûdanên Bexda.

Nûçeyên têkildar