26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Zêdetir ji 5 hezar malbat vegeriyane Şingalê û derdora wê

Çavkanî: KDP.info
 
Şingal-KDP.info- Serokê Frakisyona Biratî û Pêkvejiyanê Seydo Çeto
 
ragihand ku heta niha zêdetirî 5 hezar malbat vegeriyane Şingal û Sinûnê û
 
tê çaverêkirin ku piştî bi dawîhatina dewamê dibistanan rêjeyeke zêdetir
 
vegerin ser mal û halê xwe.
 
Seydo Çeto ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha li gorî amarên me,
 
zêdetirî 5 hezar malbat vegeriyane Şingal û Sinûnê û navçeyên din û rojane
 
jî vegera xelkê navçeyê berdewam dike û tê pêşbînîkirin ku piştî
 
bidawîhatina xwendinê xelk zêdetir vegerin ser mal û halê xwe.”
 
Çeto wiha got: “Niha 2 pirojeyên mezin bo Şingalê û derdora wê li ber destê
 
me ne, yek pirojeya avê ye û ya din jî ya karebê ye. Pirojeya karebê ji
 
bendava Nûsilê diçe Ewênat û piştre diçe nahiyeya Sinûnê û ji wir diçe
 
Şingalê û dê ew piroje pirsgirêka karebê çareser bike. Herwiha pirojeya avê
 
jî dê ji Xabûr bo Rebîe bê kişandin û ji wir bi çendîn qonax bo Herdan û
 
Siûnê û Şingalê. Eger ew piroje bidawî bibin dê hevkariyeke baş bin bo
 
vegera xelkê bo ser navçeyên xwe.”

Nûçeyên têkildar